TEŞÎ

Şehrîban fexredîn
2026-07-12

Teşî yek ji kevintirîn û girîngtirîn amûrên destan bû ku di çanda Kurdan de ji bo ristina xurî, mûyê bizinan û hinek caran jî pêşmê dihat bikaranîn. Teşî pir caran ji darê dihat çêkirin. Di navenda wê de mîlek dirêj û barek hebû û di binê wê de parçeyek giran hebû ku di dema zivirandinê de hevsengiya wê diparast. Li serê mîlê jî perçeyek hesinî hebû ku xurî tê re derbas dibû. Dema ku teşî dihat zivirandin, xurî hêdî hêdî dihat rîstin û bariktir dibû. Gelek caran ji bo ku xurî bi başî û bi hêz bibe, diviya bû çend qonaxên rîstinê derbas bike.

Piştî ku xurî dihat rîstin, jê bend, rêsman û gelek tiştên din ên pêwîst ji bo jîyana rojane dihatin çêkirin; wek mafur, gurîs, ferdê, kurtan û bend. Herwiha şîrkeş jî jê dihat çêkirin. Şîrkeş kîsekî kevn bû ku şivan tê de xwarin û raşta xwe (xwarina rojane) dihêlin û dişandin, wekî çenteya îroyîn. Ji heman xuriyê rayax jî dihat çêkirin, ku ew çenteya berxan bû.

Teşî ne tenê amûrek ji bo rîstinê bû, lê di heman demê de beşek girîng ji mîrata folklorî û hunera destan a Kurdan e û nîşana jiyana sade, xebata jinên gundane

û zanaetê kevnar a civaka Kurdî ye.

بابەتە هاوشێوەکان

بابەتەکانی تر لە فۆلکلۆر و کەلەپوور.

بینینی هەمووی

هیچ بابەتێکی هاوشێوە نەدۆزرایەوە.