بابەتە ئەکادیمییەکان و توێژینەوەکان

گەڕان بکە لە ناو سەدان بابەت، توێژینەوە، و وتاری زانستی لە بوارە جیاوازەکاندا.

گشتی
تکایە چاوەڕوانبە...
Seyîdan kîne

Seyîd bi giştî ew malbat in ku neseba wan diçe heta Pêxemberê Îslamê, Hz. Muhammed (D.x), bi rêya keça wî Hz. Fatime (S) û du neviyên wê yên hêja, Hz. Hesen (E) û Hz. Huseyn (E). Di dirêjahiya dîrokê de, bi taybetî di serdema Xilafeta Ebbasiyan û piştî wê de, gelek seyîd ji ber sedemên siyasî, civakî û olî koçî herêmên cuda yên cîhana Îslamê kirin. Beşek ji wan gihîştin Rojhilata Navîn û li wir bicih bûn.Hin seyîd bi navê herêma ku lê bicih bûne an jê hatine hatin nasîn. Ji ber vê yekê navên wekî “Geylanî” ji bo kesên ku pêwendiya wan bi herêma Geylanê hebû, an jî “Berzencî” ji bo kesên ku li herêma Berzencê bicih bûne, li navê wan hatin zêdekirin. Ev nav ne navê bingehîn ê neseba wan in, lê belê nasnameya cografî an cihê bicihbûna wan in ku bi navê wan re hatine girêdan٫secereya seyîndan hemu zanyarî teda li ser seyîdan ten nivesîn.

Kurteya jîyana Îsmaîl Beşîkçî

Kurteya jîyana Îsmaîl BeşîkçîÎsmaîl Beşîkçî di sala 1939an de li Îskilîpê, girêdayî parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê, ji dayik bû. Piştî ku xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Enqereyê di beşa zanistên siyasî de qedand, di destpêka salên 1960an de wek mamostayê zanîngehê dest bi karê akademîk kir û dest bi lêkolînên xwe li ser civaknasî û pirsa Kurd kir.Di salên 1970an de, ji ber pirtûk û lêkolînên xwe yên derbarê pirsa Kurd de, gelek caran hate darizandin, ji karê zanîngehê hate dûrxistin û demeke dirêj li zindanê ma.Tevî hemû zext û astengan, Beşîkçî ji nivîsandin û belavkirina fikir û lêkolînên xwe nesekiniya. Berhemên wî yên zanistî li ser pirsa Kurd, nasnameya neteweyî, mafên mirovan û azadiya akademîk bandorek mezin li ser lêkolînên vê qadê hiştine. Îro jî Îsmaîl Beşîkçî wek yek ji navdarîn lêkolînerên pirsa Kurd tê naskirin, herçend hin nêrînên wî di nav civak û navendên cihêreng de mijara nîqaşan in.